Li Şaxa Wanê Semînera 'Eshabên Kehf'
Tarih: 01.09.2007 Saat: 06:33
Konu: K-Komcivin


KOM-CIVAK/01.09.2007 - Li Şaxa Wanê ya KOM-CIVAK’ê, di 26.08.2007’an de di mijara “Eshabên Kehf” semînerek ji aliyê Musa SUALP ve hate pêşkêşkirin. Di semînerê de Musa SUALP vana anî ziman:

“Ev qisse, wek mînakek rastiya baweriya di dilê bawermendan de tête pêşkêşkirin. Dilê bawermendan çawa bi îmanê digihîje aramiyê, bawermend çawa îmanê li ser xweşikî û nîmetên dinayayê girtine;

gava ku di nav însanan de li gor vê îmanê jiyîn, zor bûye, çawa xwe sipartine şikeftê, Xweda Teala çawa van bawermendan parastiye, wan jî çewisandin û îşkenceyan azad kiriye, bi rehma Xwe çawa wan pêçaye, hatiye berbiçavkirin di vê qissayê de”.

Paşê anî ziman ku divê em bawermend ji vê qissayê ders û îbret derxin û jiyana xwe li gor vana bidomînin.
Piştî şîrove û pirsên beşdarvanan semîner, bi duaya ku li gor mijarê hate kirin, bi dawî bû.





Bu haberin geldigi yer: TOPLUM-DER
http://www.toplumder.net

Bu haber icin adres:
http://www.toplumder.net/modules.php?name=News&file=article&sid=3093