Li Şaxa Wanê Semînera 'Eshabên Kehf'
|
KOM-CIVAK/01.09.2007 - Li Şaxa Wanê ya KOM-CIVAK’ê, di 26.08.2007’an de di mijara “Eshabên Kehf” semînerek ji aliyê Musa SUALP ve hate pêşkêşkirin. Di semînerê de Musa SUALP vana anî ziman:
“Ev qisse, wek mînakek rastiya baweriya di dilê bawermendan de tête pêşkêşkirin. Dilê bawermendan çawa bi îmanê digihîje aramiyê, bawermend çawa îmanê li ser xweşikî û nîmetên dinayayê girtine; gava ku di nav însanan de li gor vê îmanê jiyîn, zor bûye, çawa xwe sipartine şikeftê, Xweda Teala çawa van bawermendan parastiye, wan jî çewisandin û îşkenceyan azad kiriye, bi rehma Xwe çawa wan pêçaye, hatiye berbiçavkirin di vê qissayê de”.
Paşê anî ziman ku divê em bawermend ji vê qissayê ders û îbret derxin û jiyana xwe li gor vana bidomînin. Piştî şîrove û pirsên beşdarvanan semîner, bi duaya ku li gor mijarê hate kirin, bi dawî bû.
|
|
| |
| Puanên Nûçeyê | Asta Dengan: 4 Bi Tevahî Deng: 1

|
|
|